Li Efxenistanê di operasyonê tiryakê de 100 kes hatin qefaltin

Polêsê Efxen, li başûrê Efxenistanê 9 ton tiryakê îmhe kirin û 100 kesan jî binçavkirin.
Çapemenîya mehellî Tolonews, diyar kir ku li wîlayeta Helmanda başûrê Efxenistanê operasyonekî berfireh hat destpêkirin.
Di encama operasyonê de 9 ton tiryak hat bidestxisitn, tiryakê ku hatin bidestxistin hatin îmhekirin û 100 şikdar jî hatin binçavkirin.
Berdevkê Midûrtîya Ewlehîya Bajarê Hekmandê Mele Îzzetullah Heqanî, destnîşan kir ku li herêmê ji bona ku tiryak were astengkirin çend operasyon hatin lidarxistin, di van operasyonan de gelek malên qaçax hatin bidestxistin.
Şikdarên ku tê îddîakirin bazirganîya tiryakê dikirin û hatine binçavkirin jî ji bona ku werin darazandin ji dadgehê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, biryara bi temamî bidestxistina Xezzeyê ya rejima îşxalker bi tundî şermezar kir.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 369an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 152 hezar û 850 kesan.
Li Xezzeya ku bi dorpêç û êrîşên rejima îşxalker xela kurtir dibe, di nav 24 seatên dawîn de 11 kesên dinê jî ji birçîna canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.