Li Efxenistanê 3 hezar donim erdê xaşxaş hat îmhakirin
Li herêma Bedexşan a Efxenistanê ji 3 hezar donimî zêdetir erdê xaşxaşê hat îmhakirin.
Ekîbên polêsên mesulê micadeleya bi tiryakê re, li Bedexşana bakurê Efxenistanê di nav du hefteyên dawîn de operasyonên berfireh li dar xistin.
Li gorî daxuyanîya polêsa wîlayetê, di çarçoveya opersayonan de li seranserê Bedexşanê 3 hezar û 361 donim erdê xaşxaş ajotî hat îmhakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Xelîl el-Hayye, ji bo dê û qîza wê ya ku li Xezzeyê bi hedefgirtina malên wan hatibûn qetilkirin ji Patrîkxaneya Ortodoks a Rûm re peyama sersaxîyê şand, destnîşan kir ku Xristîyanên Filistînî gelek parçeyek gelê Filistînê ne.
Li gorî CNNê, ku ji çavkaniyekê îstifa dike, Emrîkayê ji ber tehdîdeke nû û nediyar, hemû balafirên bombebaranên stratejîk ên B-1 ên xwe ji baregeha Fairford a Hêza Hewayî ya Îngilistanê vegerandin baregehên Amerîkî.
Komîteya Parastin û Sîyasî ya Stratejîk a ku di çarçoveya Peymana Mekkeyê de di navbera Tirkîye, Pakistan û rejima Siûdî de hatîye çêkirin, ji bo hevdîtina pêvajoya sazîbûna tifaqê û meseleyên herêmê îro li Riyadê cara duyemîn wê bicivin.