Çapemenîya Îbranî ragihand ku artêşa îşxalker li bakurê Xezzeyê rastî çalakîyeke pir dijwar hat û di encamê de bi dehan leşkerên îşxalker hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gorî malpera “Hadshot Lalo Tsenzura” di şerê doh de 7 leşkerên îşxalker hatin kuştin û zêdetirî 33 kes jî bi rêjeyên cuda birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku di nav wan de efserekî payebilind ê bi rutbeya tûgayê jî heye, di encama teqîna di vekirina tunelê de li bakurê Xezzeyê bi giranî birîndar bûye.
Di heman çarçoveyê de malperek din ragihand ku 7 leşkerên kuştî yên yekîneyên cuda ne, çar ji Tûgaya "Nahal", 2 ji Tûgaya "Kfir" û leşkerek jî ji Tûgaya Givatî ne.
Di malperê de hat diyarkirin ku di encama teqîna teqemenîya ku li wesayîta leşkerî ya bêparastin Hummer hatîye kirin de 4 leşkerên sîyonîst mirine.
Artêşa îşxalker di daxuyanîya xwe ya doh de li xwe mikur hat ku di encama kemîna bombebarkirî ya li Beyt Hanûnê ya li bakurê Xezzeyê de 4 leşkerên wan hatine kuştin û leşkerên din jî birîndar bûne ku 2 ji wan jî giran e.
Ev windahîyên hanê di medyaya Îbranî de pirsek li ser şîyana Hamas û berxwedanê ya amadekirina kemînan û pêkanîna çalakîyan tevî operasyonên tund ên sîyonîstan li bakûrê Xezzeyê zêde kirin. Di rastîyê de çapemenîya Îbranî çalakîyên berxwedanê yên doh weke "rojeke herî bi xwîn" a ku artêşa îşxalker bi mehan e li Xezzeyê jiyaye, bi nav kir.
Li gor îtirafên rejîma îşxalke, hejmara kuştîyên artêşa sîyonîst li şer û pevçûnên li bakurê Xezzeyê ji 50î derbas bû û ev yek jî li cepheya navxwe hêrsa li hemberî rejîma îşxalker zêde kir.
Malperên îşxalkeran bi tundî rexne li dagirkeriyê girtin û destnîşan kirin ku daxuyaniyên berê yên "serkeftina nêzîk" ku ji teref Serokwezîrê sîyonîst Benyamin Netanyahu ve hatîye dayîn, ku sîyaseta wî wek "şikestî" binav dikin, ji ber zêdebûna hejmara kuştî û girtiyan ne rast e.
Rojnameya “Maariv” a Îbranî di raporteke berê de eşkere kiribû ku artêşa îşxalker ji ber têkçûna bi hezaran bombeyên ku giranîya wan yek ton li ser Xezzeyê hatine avêtin, rastî zehmetiyên teknîkî hatiye û bal kişande ser wê yekê ku “HAMASê ji cebilxaneyên ku neteqîyane îstîfade dike û ji wan teqemenîyan çêdike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Îranê artêş, li herêmên parastina hewayî yên rojava û bakurê welat tetbîqata bi navê "Power-1403" da destpêkirin.
Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî Usama Hamdan, îfade kir ku berxwedan plana tesfîyekirina doza Filistînê tarûmar kir, çareserîyek tenê heye ku ew jî dawîbûna îşxalê ya ji temamê axên Filistînê ye.
Wezareta Parastina Netewî, diyar kir ku li herêmên “Pencik-Kilîd” û Metînayê 3, li herêmên “Kahnîya Aştî û Mertala Firatê” jî 6 PKKyîyan kuştine.
Sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê êrîşeke asîmanî pêk anîtin, di encama êrîşa asîmanî de yek jê wezîfedarekî tenduristîyê 5 sîvîl şehîd bûn.