Li Hîndistanê ji ber lehîyê zêdetirî 4 milyon kes tesîrdar bûne
Li wîlayeta Bihar a rojhilatê Hîndistanê, lehîyên ji ber barana dijwar çêbûne tesîrî 4.3 mîlyon kesan kirîye.
Lehîyên li wîlayeta Bihar a rojhilatê Hîndistanê bûne sedema krîzeke mirovî ya berfireh.
Daîreya Rêvebiriya Felaketên Dewletê ragihand ku bi tevahî 4.3 mîlyon kes li 14 wîlayetên li seranserê dewletê ji felaketê tesîrdar bûne.
Ji bo pêşbînîkirina lehîyên din, ekîbên ji Hêza Bersivdayîna Felaketên Dewletê û Hêza Bersivdayîna Felaketên Neteweyî li navçeyên cuda yên herêma tesîrdar hatine şandin.
Li herêmê xebatên rizgarkirin û alîkariya lezgîn berdewam dikin.
Li Hîndistanê her sal di demsala mûsonê de, ku ji Hezîranê heta Îlonê berdewam dike, baranên giran dibarin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kenyayê, greva 43 rojî ya hemşîreyan piştî peymana vegerandina kar a di navbera hikûmet û sendîkayê de bi dawî bû.
Hêza Behrê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê balafireke bêmirov a Saildrone Explorer a Amerîkî ku ji bo keşf û çavdêriya deryayî dihat bikaranîn, hedef girtiye.
Li gorî agahîyan, rayedarên rejîma sîyonîst li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî 13 planên niştecihbûnê dinirxînin ku tê de avakirina 1670 xanîyên nû tê pêşbînîkirin. Di nav planan de avakirina sê niştecihbûnên nû yên cihûyan jî heye.