Li bajara Assam a Hîndîstanê ji kana komirê ya di bin avê de 4 cenaze hatin derxistin.
Rayedaran gottin ku ekîbên xelaskirinê li wîlayeta Assam a bakurê rojhilatê Hîndistanê ev bû şeş roj e di warê operasyona dîtina karkerên winda de dixebitin û di encama xebatan de cesedên sê karkerên din ên ku asê mane jî ji hundirê kana komirê derxistin.
Cenazeyên ku hatine derxistin, di kana komira Umrangsoya ku girêdayê navçeya Dima Hasaoya ku 241 kîlometre başûrrojhilata Dispura paytexta Assamê ye hatine derxistin.
Rayedarekî polêsan got: "Di encama xebatên ekîbên xelaskirinê yên ji bo derxistina kana di bin avê de bi pompeyan de, îro 3 cenaze ji kana komirê hatin derxistin."
Heta niha 4 cenaze hatine derxistin û lêgerîna 5 kesên mayî jî didome. Cenazeyê ewil roja Çarşemê ji kanê hat derxistin.
Roja Duşemê, bi kêmî ve neh karker di kana komirê de ji ber lehîyê asê man.
Pispor dibêjin pîşesaziya kana komirê li Hîndistanê bi têra xwe nayê rêkûpêk kirin, û karkerên madenê yên ku parastina wan hindik in bi gelemperî bi rewşên xeternak ên jiyanê re rû bi rû dimînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 565an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 660an.
Piştî ku îşxalkeran bi saetan li Şerîeya Rojavayê 15 kes di nav de jinek jî heye desteser kirin, êrîşên xwe yên li ser bajar û gundên ku Filistînî lê dijîn didomînin, di dema serdegirtinan de di navbera berxwedêrên Filistînî û îşxalkeran de pevçûn rû didin.
Li Îranê artêş, li herêmên parastina hewayî yên rojava û bakurê welat tetbîqata bi navê "Power-1403" da destpêkirin.
Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî Usama Hamdan, îfade kir ku berxwedan plana tesfîyekirina doza Filistînê tarûmar kir, çareserîyek tenê heye ku ew jî dawîbûna îşxalê ya ji temamê axên Filistînê ye.