Li Hindistanê helîkopter ket xwarê: 5 kes mirin

Li wîlayeta Uttarakhandê ya li bakurê Hindistanê helîkopterek ket xwarê, di encama ketina helîkopterê de 5 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, qeza li dora saet 09:00an li gorî dema herêmî li nêzî Kaniyên Germava Gangananî li navçeya Uttarkashiyê qewimî. Hat ragihandin ku helîkoptera heft kursiyan, ku ji bo armancên taybet dihat bikaranîn, dema ku ber bi Gangotrî ve diçû, ket xwarê.
Piştî qezayê tîmên rizgarkirinê bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar rakirin nexweşxaneyê. Ji ber qezayê li herêmê demek kurt panîk çêbû.
Serokwezîrê Uttarakhandê Pushkar Singh Dhami got, "Min ferman da rayedaran ku lêkolînek berfireh li ser sedema ketina helîkopterê bikin."
Rayedaran diyar kirin ku lêkolîna qezayê berdewam dike û lêkolînên teknîkî jî berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Derve Îshak Dar ragihand ku piştî êrîşa Hindistanê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan şevê bi wî re telefon kiriye û hevxemiya xwe ya ji bo Pakistanê anî ziman.
Ji ber bombebarana firokeyên şer ên rejîma sîyonîst li xwaringehek û bazarek li navçeya El-Rîmal a rojavayê bajarê Xezzeyê, herî kêm 32 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Li bajara Purworejoya Endonezyayê qamyonek û otobûsek li hev qelibîn, di encama qezayê de 11 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.