Li Hîndistanê hejmara candayînên lehî û şemitîna erdê gihîşt 78an

Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê û hezazê li wîlayeta Hîmaçal Pradeş a Hindistanê gihîşt 78 kesan.
Li gorî NDTV, wîlayeta Himachal Pradesh a bakurê Hindistanê ji 20ê Hezîranê ve di bin tesîra barana mûsonê de ye.
Hejmara kesên ku di lehî û hezazê de canê xwe ji dest dan gihîşt 78an û hejmara birîndaran jî gihîşt 121an.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina 37 kesan li herêmên cuda yên wîlayetê berdewam dikin, ku bi tevahî 243 rê ji bo trafîkê girtî ne.
Daîreya Meteorolojiyê ya Hindistanê hişyarî da ku barana dijwar dê heta 9ê Tîrmehê li Himachal Pradeşê bidome. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di daxuyaniya hevbeş a civîna BRICSê de hat diyarkirin ku divê hêzên işxalker bi tevahî ji Xezzeyê û hemû axên Filistînî yên îşxalkirî vekişin û divê li Xezzeyê agirbestek bê şert û merc bê damezrandin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 523yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 136 hezar û 617 kesan.
Rejima îşxalker, ket nav herêma Kuneytraya Sûrîyeyê û 3 kesan desteser kir.