Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 523an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 523yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 136 hezar û 617 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 105 şehîd û 356 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 6 hezar û 964 kes şehîd bûn, 24 hezar û 576 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê û hezazê li wîlayeta Hîmaçal Pradeş a Hindistanê gihîşt 78 kesan.
Di daxuyaniya hevbeş a civîna BRICSê de hat diyarkirin ku divê hêzên işxalker bi tevahî ji Xezzeyê û hemû axên Filistînî yên îşxalkirî vekişin û divê li Xezzeyê agirbestek bê şert û merc bê damezrandin.
Rejima îşxalker, ket nav herêma Kuneytraya Sûrîyeyê û 3 kesan desteser kir.