Li Hîndistanê qezaya trênê: 8 mirî
Li wîlayeta Chhattisgarh Hîndistanê qezaya trênê pêk hat, di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat îfadekirin ku trên, trêna rêwîyan bûye û li ser rêya hesinî li trêneke balgir xistîye.
Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil herî kêm 8 kesan canê xwe ji dest dan, 17 kes jî birîndar bûn.
Mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mûsa Ebû Merzûk, endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê, diyar kir ku hêza leşkerî ya navneteweyî ya ku li Xezzeyê tê plankirin nikare şûna artêşa îşxalker bigire. Ebû Merzûk tekez kir ku ev plan xizmeta berjewendiyên Emrîkayê dike.
Li wîlayeta Kentuckya Emrîkayê balafireke kargoyê ya aîdê şîrketa kargoyê ya UPSê, piştî ku ji bo firînê rabû di nav demeke kurt de ket xwarê, di encamê de 7 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.
Qesra Spî ragihand ku Serokê Emrîkayê Donald Trump dê roja Duşemê ya bê bi Serokê Sûrîyeyê Ahmed El Şera re bicive.