Li Japonyayê di mezinahîya 5,5an de erdhej

Li başûrrojavaya Japonyayê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat.
Ji teref Îdareya Meteorolojîya Netewî ya Japonyayê ve hat daxuyandin ku li nêzê Girava Tokaraya başûrrojavaya welat di mezinahîya 5,5an de erdhejek hat qeydkirin.
Hat destnîşankirin ku erdhej 20 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye û heta niha candayîn û nehatîye diyarkirin.
Derheqê erdhejê de hişyarîya tsûnamîyê nehat kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 130an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 135 hezar û 173 kesan.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Libnanê Naîm Qasim dereheqê zextên bêçekkirinê ya li Libnanê de axivî û hem ji sîyonîstan re hem jî ji Emrîkayê re meydan xwar. Qasim, “Emê teslîm nebin, dev ji pêximkerîyên xwe bernedin”.
Cihûyîyên sîyonîstên îşxalker, li gundê Arab el-Melîhaya bakurê A’rîhayê bi zorê dest danîn li ser malekî û 60 mêşinan jî dizîn. Di dema êrîşa ku di bin parastina leşkerên îşxalkeran de hat kirin de ji bo gelê gund jî qedexeya derketina derveyê derve anît.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), şehîdkirina sê berxwedêrên ku bi pevguhertina êsîran a “Ji bo Wefayê Azadî” hatibûn serbesthiştin şermezar kir, bal kişand ku îşxalkeran wê nikaribin dengê berxwedanê qut bikin.