Li Japonyayê erdhejeke bi şîdeta 5.9 pileyî çêbû
Li peravên parêzgeha Iwate ya Japonyayê erdhejeke bi şîdeta 5.9 pêk hat.
Lêkolînên Jeolojîk ên Emrîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê li peravên parêzgeha Iwate, bi qasî 55 kîlometreyan li rojhilatê Noda ye.
Li gorî daneyên USGS, erdheja bi şîdeta 5.9 pileyî li kûrahiya 37.2 kîlometreyan çêbûye.
Rayedaran ragihandin ku piştî erdhejê talûkeya tsunamiyê tune ye, û raporên destpêkê nîşan didin ku ti qurbanî an zirara maddî tune ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Parlamentoyê Muhammed Baqir Qalîbaf got ku heke pabendî neyên bicihanîn, alternatîfa leşkerî li ser maseyê ye.
Li gorî raporê, germahiyên ku di şeş mehên pêşîn ên sala 2026an de li Spanyayê hatine qeydkirin gihîştine asta herî bilind a 65 salên dawî. Tê texmînkirin ku li welat ji ber germahiya zêde nêzîkî 900 kes mirine.
Li gorî çapemeniya îşxalker, rejîma sîyonîst vekişîna darizandinê ya plankirî ji Başûrê Lubnanê paş xistiye. Tê îddîakirin ku rêveberiya Tel Avîvê ji artêşa Lubnanê xwestiye ku "gavên bilez û berbiçav" li dijî Hîzbullahê bavêje.