Rejîma sîyonîst vekişîna xwe ya darizandinê ji Libnanê paş xist
Li gorî çapemeniya îşxalker, rejîma sîyonîst vekişîna darizandinê ya plankirî ji Başûrê Lubnanê paş xistiye. Tê îddîakirin ku rêveberiya Tel Avîvê ji artêşa Lubnanê xwestiye ku "gavên bilez û berbiçav" li dijî Hîzbullahê bavêje.
Çapemeniya îşxalker îddîa kir ku rejîma sîyonîst pêvajoya vekişîna ceribandinî ya ku plan dikir ji başûrê Libnanê li gorî peymana çarçoveyî ya ku bi navbeynkariya Emrîkayê bi Beyrûdê re îmze kiribû, pêk bîne, paş xistiye.
Di raporê de hat diyarkirin ku biryara paşxistinê ew ê heta ku lihevkirinek li ser avakirina mekanîzmayeke çavdêriyê ya hevbeş di navbera artêşên Lubnanî û rejîma sîyonîst de neyê çêkirin, di meriyetê de bimîne. Ev mekanîzma ew ê çavdêriya bicîhanîna pêveka ewlehiyê ya peymana çarçoveyî ya ku hefteya borî li Washingtonê hat îmzekirin bike.
Li gorî medyaya îsraîlê, ev mekanîzmaya ku tê plankirin ne tenê dê îxlalkirinên agirbestê lêkolîn bike, lê di heman demê de ew ê hewlên ji bo bêçekkirina Hîzbullahê jî hevrêz bike. Tê îddîakirin ku Emrîka armanc dike ku bi pejirandina kesên ku dê di mekanîzmayê de xizmet bikin, pêşî li gihîştina agahiyên hessas ên Hîzbullahê bigire. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li peravên parêzgeha Iwate ya Japonyayê erdhejeke bi şîdeta 5.9 pêk hat.
Serokê Parlamentoyê Muhammed Baqir Qalîbaf got ku heke pabendî neyên bicihanîn, alternatîfa leşkerî li ser maseyê ye.
Li gorî raporê, germahiyên ku di şeş mehên pêşîn ên sala 2026an de li Spanyayê hatine qeydkirin gihîştine asta herî bilind a 65 salên dawî. Tê texmînkirin ku li welat ji ber germahiya zêde nêzîkî 900 kes mirine.