Li Kampa Penaberan a Cîbalîyeyê Filistînîyekî şehîd bû
Rejîma sîyonîst li Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê li bakurê Xezzeyê Filistîniyekî şehîd kir; îşxalker li herêmên rojhilatê wêrankirina avahiyan didomînin.
Li Kampa Penaberan a Cîbaliyayê li bakurê Xezzeyê, di encama gulebarana leşkerên rejîma sîyonîst de Filistîniyekî canê xwe ji dest da. Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên îşxalker êrîşên xwe yên li dora kampê zêde kirine û her wiha gelek avahî li rojhilatê Xezzeyê hilweşandine.
Di heman demê de, Nexweşxaneya Şehîd El-Eqsa li Dêr el-Belah ragihand ku çar Filistîniyên ku ji teref rejîma sîyonîst ve li kampa "Sdey Teiman" hatibûn girtin, hatine berdan û gihîştine nexweşxaneyê. Karbidestên nexweşxaneyê ragihandin ku tenduristiya Ehmed Nefed Îsmaîl Berke (29), Erefat Ude Mehmûd Şemalî (32), Şadî Îbrahîm Selman Ebû Emra (31), û Îmran Mehmûd Mihemed El-Hureybî (23) baş e.
Çavkaniyên tenduristiyê li Xezzeyê ragihandin ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara şehîdan gihîştiye 69.185an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 170.698an. Çavkaniyan diyar kirin ku hêna jî gelek Filistînî di bin kavilan de mane û ekîbên ambulansê nekarîne bigihîjin gelek deveran.
Her wiha hat diyarkirin ku cenazeyên sê şehîdên ku di 24 saetên dawî de ji nav xirbeyan hatine derxistin, radestî nexweşxaneyan hatine kirin û ji peymana agirbestê ya 11ê Cotmehê vir ve 245 Filistînî şehîd bûne, 627 kes birîndar bûne û 532 cenaze jî ji nav xirbeyan hatine derxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi sedan sîyonîstên îşxalker, di bin parastina rejima îşxalker de, êrîşî Mescîda Eqsayê kirin û li hewşa wê merasîmek li dar xistin.
UNRWA ragihand ku di êrîşa du salan a rejîma îşxalker de, bi nêzîkbûna zivistanê bi deh hezaran malbat li Şerîda Xezzeyê neçar mane ku di konan de bijîn.
Li bajar û gundên başûrê Lubnanê, ku artêşa sîyonîst bi hewa û topên giran hedef girt, deverên sivîlan hatin bombebarankirin. Li derdora Meys el-Cebel û Hûlayê teqîn çêbûn.
Li gorî daneyên Navenda Agahdariyê ya Filistînî "Ma'ta", di 24 saetên dawî de li Şerîaya Rojava 22 çalakiyên berxwedanê pêk hatine. Gel bi kevir, kokteylên molotof û teqemeniyên destçêkirî bersiv daye îşxalkeran.