Li Kendava Ummanê li ser tankera LNG êrîşa bi dronê
Tankereke gaza xwezayî ya şilekirî (LNG) ku li Kendava Ummanê diçû, piştî êrîşa bi dronê banga awarteyê kir.
Li gorî bangên awarte yên ku li ser kanaleke radyoyê ya VHF ya deryayî li nêzîkî Tengava Hurmuz hatine qeyd kirin, aliyê benderî yê tankera LNG AL REKAYYAT ji aliyê dronê ve hatiye hedefgirtin.
Piştî êrîşê, agir li odeya motorê ya keştiyê derket û dûyek stûr derket, û ekîb hîn nekariye asta zirarê diyar bike. Karmendên keştiyê ji radyoyên peravê yên nêzîk û hêzên deryayî alîkariya bilez xwestin.
Peywendiyên radyoyê ragihandin ku hemû ekîb ewle ne û li aliyê rastê yê keştiyê kom bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barana rekord a li herêma Nanning a Çînê çar kes mirin, û ji bo 8 kesên winda jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Hêzên îşxalker li peravên navenda Xezzeyê heft masîgir esîr girtin.
Balafirên hewayê yên bêmirov a rejima sîyonîst li Şerîda Xezzeyê konê Filistînîyan hedef girt, di encama êrîşê de 2 Filistînî şehîd bûn, herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.
Serokkomarê Lubnanê Joseph Avn diyar kir ku îşxalkirina axa Lubnanê ji aliyê rejîma sîyonîst ve, pêkanîna Peymana Washingtonê asteng dike.