Li Kenyayê di ketina balafirekê de 11 kes mirin
Dema ku balafireke sivik nêzîkî 500 kîlometre li başûrê paytexta Kenyayê, Nairobiyê ket xwarê, 11 kes ku di nav wan de geştiyarên biyanî jî hebûn, canê xwe ji dest dan.
Di qezaya balafirê de li herêma Kwale ya li başûrê rojhilatê Kenyayê, 11 kes, ku piraniya wan geştiyarên biyanî bûn, mirin.
Balafira rêwîyan a biçûk a Cessna Caravan, ku ji teref balafirgeha Mombasa Air Safari ve dihat xebitandin, demek kurt piştî rabûna ji Diani ber bi Parka Neteweyî ya Maasai Mara ve, li deverek daristanî û asê ket xwarê.
Li gorî daxuyaniyek ji hêla şîrketa hewayî ve, heşt geştiyarên Macar û du geştiyarên Alman û pîlotekî Kenyayî di balafirê de bûn. Di qezayê de hemû rêwî û pîlot mirin.
Karbidestan gotin ku pîlot piştî rabûnê bi bircê kontrolê re têkilî nedaye û bi qasî 30 deqeyan ne amade bû.
Di encama xebatên lêgerînê de, perçeyên balafirê hatin dîtin.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Kenyayê ragihand ku wan li ser sedema qezayê lêpirsîn daye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Chris Sidoti, endamê Komîsyona Lêkolîna Navneteweyî ya Serbixwe ya NY ya li ser Filistîna Îşxalkirî, piştrast kir ku komîsyonê ji bona ku îspat bike ku rejîma îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê kiriye delîlên têrker berhev kirine.
Cotkarên li herêma Dordogne ya başûrê Fransayê, ji bo protestokirina sîyaseta çandiniyê ya hikûmetê, li ber avahiyên hikûmetê gubre rijandin.
Ekîbên parastina sivîl û xwebexş, li Meydana El-Qetîbeyê li rojavayê bajarê Xezzeyê gihîştin cenazeyên zêdetirî 60 şehîdan ku di nav wan de kesên nenas jî hebûn.