Li Keşmîrê pevçûn: 2 leşkerên Hîndistana îşxalker mirin

Di pevçûna ku li Hîndistanê pêk hat de 2 leşker hatin kuştin.
Rayedaran, diyar kirin ku li Keşmîra di bin îşxala Hîndistanê de ye di pevçûnên ku bi berxwedêrên çekdar ve berdewam dikin de du leşkerên Hîndî hatine kuştin.
Li gorî polêsan, pevçûn di 1ê Tebaxê de, li navçeya Kulgama Srinagar a paytexta Keşmîrê li herêma daristanê pêk hatîye.
Di xebera ku di çapemenîya mehellî de derketîye de, tê destnîşankirin ku du pevçûnê de du leşkerên Hîndî jî birîndar bûne, ji destpêka pevçûnê vir ve hejmarê leşkerên birîndar derketîy e 10 kesan.
Artêşa Hîndistanê diyar kir ku di 2yê Tebaxê de berxwedêrekî jî kuştine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, biryara bi temamî bidestxistina Xezzeyê ya rejima îşxalker bi tundî şermezar kir.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 369an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 152 hezar û 850 kesan.
Li Xezzeya ku bi dorpêç û êrîşên rejima îşxalker xela kurtir dibe, di nav 24 seatên dawîn de 11 kesên dinê jî ji birçîna canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.
Polêsê Efxen, li başûrê Efxenistanê 9 ton tiryakê îmhe kirin û 100 kesan jî binçavkirin.