Li Kongoyê êrîş li leşkeran hat kirin: 36 mirî

Li Komarîya Demokratîk a Kongoyê (KDC), li dijî leşkerên ku li rojhilata welat dewrîye diavêtin êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 36 kesan canê xwe ji dest dan.
Endamên koma bi navê Hêzên Tîfaqa Demokratîk (ADF), diyar kirin ku ew li ser rêya Komanda-Luna ya ku wîlayetên Itunî û Kivuya Bakur dighîne hev êrîşî leşkeran kirine.
Di êrîşa çekdarî de, 3 jê sîvîl 33 jê leşker tev de 36 kes mirin.
ADF, piştî sala 1990an li Uganda û Komarîya Demokratîk a Kongoyê fealîyetan nîşan dan.
Di êrîşên ADFê de ji sala 2014an vir ve bi hezaran sîvîl mirin, bi sedan mirov jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Sûdanê di hilweşîna madena zêr de herî kêm şeş kes mirin, û tê gotin ku nêzîkî 20 kes jî li benda rizgarkirina ji bin kavilan in.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku bombebarana avahiyên bilind ên ji teref rejîma îşxalker ve bûye sedema koçberbûna bi sed hezaran sîvîlan û li gorî qanûnên navneteweyî bi awayekî eşkere "sûcekî şer" e.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokê Emrîkayê Donald Trump bi rêya navnîşana e-nameya xwe peyamek ji alîgirên xwe re şandiye û daxwaza bexşandina 15 dolarî kiriye û îddia kiriye ku ew kesê bijartî ye.
Di êrîşa ku di seatên serê sibehê de li Kampa Şatîllayê hat lidarxistin de pênc kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.