Li Kongoyê ji ber lehî û hezazan: 29 kes mirin

Li Kinshasa, paytexta Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK), di lehî û hezaza erdê de ku ji ber barana zêde çêbû, 29 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Karên Hundir a Komara Demokratîk a Kongoyê ragihand ku barana dijwar a di du rojên dawî de bûye sedema mirina 29 kesan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelek xanî li heşt navçeyan, bi taybetî herêma Ngaliema ya paytext, di bin avê de man û ziyaneke mezin a binesaziyê çêbû.
Medyaya herêmî ragihand ku ji ber lehiyê û erdhildana ji ber barana zêde, binesaziyê û xanî li gelek taxên paytextê zirareke mezin dîtine û gelek rêyên sereke di bin avê de mane.
Hat destnîşankirin ku tê texmînkirin ku barana dijwar li herêmê berdewam bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 400î, hejmarê birîndaran jî gihaşt 128 hezar û 923 kesan.
Rejima îşxalker, li dijî herêmên cuda yên başûrê Libnanê êrîşan pêk anît.
Rejima sîyonîst, li Kirmaşanê Nexweşxaneya Farabîyê hedef girt. Di êrîşê de hat desntîşankirin ku nexweşxane zerarê dîtiye û mirovên ku birîndar bûne hene.