Di encama qezaya balafira rêwîyan a li Koreya Başûr de hejmara mirîyan derket 151an.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin balafireke rêwîyan a ku aîdî şîrketa rêhewayên Jeju Aîrê bû dema ku dikir dakeve Balafirgeha Navneteweyî ya Musanê qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de ji 181 kesên ku di balafirê de bûn bi tevahî 151 kes mirin.
Tê diyarkirin ku hejmara mirîyan ji ya ku tê diyarkirin zêdetir e.
Hat hînbûn ji ber ku taqimên daketinê yên balafirê venebûne qeza pêk hatiye.
Wezareta Veguhestinê ya Koreya Başûr ragihand ku beriya ku qeza çêbibe hişyarî ji bo lêdana çûkan ji balafirê re hatiye şandin.
Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber ku qirkirina ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê tê kirin dikeve roja xwe ya 452yemîn, êrîşên li ser herêmên cuda dewam dikin.
Li bakurrojavaya Pakistanê li dijî wesayîta polêsan bi wesayîta bombeyî êrîş hat lidarxistin, 8 kes birîndar bûn.
Li wîlayeta Îmoya başûrê Nîjaryayê di navbera artêş û Gelên Mehellî ya Biafrayê (IPOB) de pevçûn derket, di encama pevçûnê de 2 leşker canê xwe ji dest dan, leşkerek jî birîndar bû.
Tevgera Ensarullahê Yemenê, bi fuzeyên hîpersonîk Tel Avîva îşxalkirî hedef girt.