Tevgera Ensarullahê Yemenê, bi fuzeyên hîpersonîk Tel Avîva îşxalkirî hedef girt.
Sîyonîstên îşxalker, qirkirina ku li Xezzeyê bikartîne didome. Qetlîamên ku li ber çavê dinyayê têne kirin ev bû sal û nîvekî ye berdewam dike.
Tevgera Ensarullahê Yemenê jî li hember îşxal û qirkirinê, operasyonên xwe yên bi fuzeyî ya axên îşxalkirî beredwam dike.
Çapemenîya îşxalê jî îfade kir ku du heb fuzeyên hîpersonîk li Tel Avîvê ketîye.
Di dîmenên ku hatine parvekirin de, tê dîtin ku li ser asîmanên Filistînê fuze rastî tu atengîyekî nehat. Bi avêtina fuzeyan 2 milyon însan xwe sipartin sitargehan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sîyonîstên îşxalker, qebûl kir ku di seatên serê sibehê de, hatîye tespîtkirin ku ji Yemenê fuzeyek hatîye avêtin. Sîrenên elarmê li herêmên Tel Avîv û îskanên dinê, bi taybetî jî li navenda Filistîna îşxalkirî lêketin.
Rejima îşxalker a sîyonîst ku li Xezzeyê qirkirin û qetîlamên xwe didomîne, êvarê jî êrîşî sîvîlan kir, di encama êrîşê de 13 sîvîl şehîd bûn.
Di daxuyanîya Neteweyên Yekbûyî ya piştî bomberdûmana konên ku sivîlên bi darê zorê li herêma El-Mevasî ya Xan Yûnisê sitar bûn de hat ragihandin ku li Xezzeyê ciheke ewle nemaye û tu kes jî ne di ewlehîyê de ye.
Li peravên Tunusê kelek bin av bû, di encama binavbûna kelekê de herî kêm 27 koçber canê xwe ji dest dan.