Li wîlayeta Holguina Kûbayê di depoyekî cebilxaneya leşkerî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de ji 13 leşkeran xeber nayê girtin.
Di depoyekî cebilxaneya leşkerî ya li herêma Melonesa wîlayeta Holguinê de teqînek pêk hat. Sedema teqînê hêj nayê zanîn lê hat diyarkirin ku ji 13 leşkeran xeber nayê girtin.
Hat destnîşankirin ku piştî teqînê ji herêmê re gelek ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin. Rayedaran, destnîşankirin ku ji malbatên leşkerên winda re xeber hatîye şandin û hêzên çekdar ji bona ku bûyerê çareser bikin micadele dikin.
Di çarçoveya tedbîrên ewlehîyê ya ji teref Wezareta Hêzên Çekdar û Konseya Parastina Bajarê Holguinê ve hatîye kirin de, nêzê 500 mirovên ku li nêzê cîhê bûyerê dijîn ji ber tedbîran hatine tehlîyekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 936an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 274an.
Dayîka doktorê Filistînî Husam Ebû Safîyeyê ku di 27ê Kanûnê de ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatibû revandin, piştî êşa ku dîtibû ji ber krîza dil canê xwe ji dest da.
Artêşa îşxalê doh êvarê êrîşî Xan Yûnis û El Balada Cîbalîyeyê kir, di êrîşa bomberdmanê de 7 jê zarok 25 kes şehîd bûn.
Li bajara Tûbasa Şerîaya Rojavayê ji teref ÎHAyekî artêşa îşxalê ve êrîş hat lidarxistin, di encamê de 2 jê zarok 3 kes şehîd bûn.