Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşên xwe yên li Libnanê didomîne, hejmarê şehîdan bi tevahî derket 3 hezar û 445 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 14 hezar û 599an.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku artêşa rejîma îşxalker li herêmên cuda yên welat êrîşên asîmanî pêk tîne.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Libnanê, îşxalkeran di êrîşa dawîn de 59 kesan şehîd kir, 182 kesan jî birîndar bûn.
Bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 3 hezar û 445 kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hejmarê birîndaran jî derket 14 hezar û 599an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 43 hezar û 799an û hejmara birîndaran jî derket 103 hezar û 601an.
Di şewata ku li Jhansî ya bakurê Hindistanê li nexweşxaneyeke jidayikbûnê derket herî kêm 10 pitik mirin û 16 pitik jî birîndar bûn.
Berxwedana Iraqê bi balafirên bê mirov li dijî Um El-Reşraş (Eilat) ya îşxalkirî operasyonek li dar xist.