Li Mexrîbê lehî: Li Asfiyê 21 kes mirin
Hejmara qurbaniyên lehiyên ji ber barana dijwar li Asfî (Safî) ya Mexrîbê gihîşt 21 kesan. Baranên ku bi lez zêde bûn, li bajêr wêraniyek berfireh çêkir.
Barana dijwar ku bi rojan e tesîrê li Mexrîbê dike, li bajarê Asfî veguheriye felaketeke mezin. Li gorî çavkaniyên herêmî û agahiyên dawî yên ji herêmê, hejmara miriyan di lehiyên ji nişka ve yên ji ber barana dijwar a ku di tenê saetekê de çêbûye de gihîştiye 21 kesan.
Rayedaran ragihandin ku ava lehiyê li navenda bajêr û deverên derdorê bi qasî 70 mal û kargeh xistiye bin avê, herî kêm 10 wesayît birine û çend rêyên sereke girtine. Zêdetirî 30 kes birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyan; hinek ji wan piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derketine, hinekên din jî hêj di bin çavdêriyê de ne.
Wêneyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku ava lehiyê bi heriyê re tevlihev bûye û kolanan mîna çeman tijî dike, wesayîtan dibire û hinek avahiyên dîrokî bi qismî di bin avê de dihêle. Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê tevahiya şevê berdewam kirin, elîbên parastina sivîl hewl dan ku bi karanîna qeyikan bigihîjin welatiyên asê mane.
Rêveberiya Meteorolojiyê ya Mexrîbê hişyarî da li ser metirsiyên lehiyên nû û ragihand ku di rojên pêş de li herêmên cuda yên welat baran û bahozên giran têne texmînkirin. Pispor destnîşan dikin ku baranên ji nişka ve û dijwar, piştî zêdetirî heft salan hişkesaliyê, ji ber binesaziya nebaş encamên wêranker çêdikin.
Rayedaran diyar kirin ku nirxandina zirarê û hewldanên alîkariya awarte berdewam dikin, di heman demê de fikarên li ser zêdebûna potansiyel a hejmara miriyan zêde dibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Xelîl el-Heyya, rêberê Hamasê, di gotarekê de ku bi minasebeta salvegera 38emîn a tevgerê kir, tekez kir ku Operasyona El-Eqsayê îddîaya rejîma sîyonîst a "pêşîgirtina stratejîk" têk bir; wî banga ji nû ve avakirin, alîkariya mirovî û yekîtiya neteweyî kir.
Parêzgarê Tulkeremê Abdullah Kemil ji civaka navneteweyî xwest ku destwerdana lezgîn bikin da ku fermana leşkerî ya ku hilweşandina 25 avahiyên li Kampa Penaberan a Nur Şams ferz dike rawestînin.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.