Di êrîşên ku lu Katsînaya wilayeta Nîjeryayê pêk hat de tevî 4 polîs û 2 ewlekarên herêmî 25 kes mirin.
Hat ragihandin, di êrîşên ku li Katsînayê pêk hat de 25 kes jiyana xwe ji dest dan.
Abubakar Sadiq Alîyûyê Berdevkê Polîsê Katsînayê derheqê êrîşê de daxuyanî belav kir de diyarkir ku endamên çeteyên bi çek êrîş li gundên Gîdan Bofa û Dan Nakwaboya girêdayî herêma Kankaraya wilayetê kirin e.
Alîyû diyarkir ku di encamên êrîşan de tevî 4 polîs û 2 ewlekarên herêmî 25 kes jiyana xwe ji dest dan.
Derheqê êrîşê de lêpirsîn dan destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Hunana Çînê wesayîtek ket nav peyayan, di encama qezayê de 8 kes mirin.
Li wîlayeta Albaya Fîlîpînanê di navenda danûstandinê de depoya LPGê teqîya, di encamê de 23 kes birîndar bûn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, diyar kir ku leşkerekî wan xwe kuştîye.
Li herêma Tîgraya ku li bakurê Etîyopyayê ye, ji ber ku erdên çandinîyê zerarê dîtine û alîkarîyên însanî yên hewce nehatine şandin krîza xwarinê heye.