Li Nîjeryayê di avahîyek 25 qatî de şewat: 5 mirî, 12 birîndar
Li bajara Lagos a Nîjeryayê di avahîyekî 25 qatî de şewat derket, di encama şewatê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.
Ji Midûrtîya Lagos a Ajansa Bireveberîya Rewşa Acîl a Wîlayeta Nîjeryayê (SEMA) ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li herêma Îsland a Lagosê di avahîyekî 25 qatî de şewat derket.
Di encama şewatê de hat îfadekirin ku 5 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ji ber zêdebûna hejmarê mirîyan endîşe tê kirin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Xezzeyê ji ber serma û tofanên dijwar sê kes şehîd bûn, di heman demê de rejîma sîyonîst peymana agirbestê di roja 83an de îxlal kir. Di encama êrîşên hewayî, topxane û gulebaranê de birîndar hene; li Şerîaya Rojava jî ciwanek şehîd bû.
Weqfa Êtîman, li Yemena ku krîza însanî berdewam dike ji bo malbatên mihtac şîva germ belav kir.
Berdevkê nû yê Tûgayên Qessam rol û berpirsiyariyên pênc fermandarên payebilind ên ku di Operasyona Tofana Eqsayê de şehîd bûn, şîrove kir û bal kişand ser rolên wan ên sereke di berxwedanê de. Di daxuyaniyan de careke din avahiya leşkerî ya rêxistinî ya Tûgayên Qessam eşkere bû.