Li Nîjeryayê tankera sotemenîyê teqîya: 6 mirî

Li Nîjeryayê tankereke sotemenîyê teqîya, di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dan.
Ajansa Bireveberîya Acîla Netewî ya Nîjeryayê (NEMA), daxuyand ku tankereke ku li ser rêya Keffî-Abujaya ku li nêzê Nyanyanê ye teqîya.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di teqînê de 6 kesan canê xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku mirovên birîndar ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin û derheqê bûyerê de tehqîqat hatîye destpêkirin.
Li wîlayetên Niger û Enuguyê jî di meha Çileyê de du tanker teqîyabûn û di encama wan bûyeran de jî herî kêm 114 kesan canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 50 hezar û 208 kesan û 113 hezar û 910 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê HAMASê Abdulletîf el-Kanû di encama êrişa hewayî ya rejîma sîyonîst a li ser Kampa Penaberan a Cîbaliyê li bakurê Xezzeyê de şehîd bû.
Êrîşên rejîma sîyonîst ser Xezzeyê berdewam dikin. Îro danê sibê 7 Filistînî ji heman malbatê di encama êrîşa hewayî ya li ser malekê li bakurê rojavayê Xezzeyê de şehîd bûn.
Di êrîşa hewayî ya ku ji teref Emrîkaya îşxalekr ve li ser navçeya Holan a bajarê Sana ya Yemenê hat kirin de 2 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.