Li Pakistanê êrîşa çekdarî: 7 kes mirin
Di êrîşeke çekdarî ku li bakurê rojavayê Pakistanê hat lidarxistin de 7 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Polêsê Pakistanê ragihand ku di êrîşeke çekdarî ku li parêzgeha Xayber Paktûnxwa ya bakurê rojavayê Pakistanê hat lidarxistin de, heft endamên komîteya aştiyê ya alîgirê hikûmetê hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li gorî polêsan, çekdarên bi çekên giran derengiya şevê êrîşî baregeha komîteya aştiyê ya li navçeya Bannu kirin, û di encamê de şerekî dijwar ê bi saetan berdewam kir.
Karbidestekî polês got ku heft endamên komîteyê li cihê bûyerê mirin, her wiha yekî din jî bi giranî birîndar bû û ji bo nexweşxaneyek nêzîk hate rakirin.
Peyamnêrê me diyar kir ku piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê li herêmê dewriyeyên xwe zêde kirine û operasyoneke lêgerînê dane destpêkirin.
Heta niha ti rêxistinê berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parastina Sivîl a Xezzeyê ragihand ku ew ê ji sibê pê ve dest bi lêgerîna cenazeyên şehîdan di bin kavilan de bikin.
Li gorî agahiyan, di teqînekê ku piştî rijandina gazê li fabrîqeyeke kîmyewî ya li herêmeke niştecihbûnê li parêzgeha Punjab a rojhilatê Pakistanê qewimî de, 15 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di demekê ku du ciwan li Kefer Ekab bi guleyên rejîma sîyonîst hatin şehîdkirin de, terorîzma niştecihan li gelek deverên Şerîaya Rojava zêde bûye. Ji Huwarayê heta El Xelîlê, ji Qelqeliyê heta Nablusê bi dehan êrîş hatine qeydkirin.