Li bakurrojavaya Pakistanê li dijî wesayîta polêsan bi wesayîta bombeyî êrîş hat lidarxistin, 8 kes birîndar bûn.
Êrîş, li herêma Sorangîya navçeya Bannuya wîlayeta Xeyber Paxtunwayê pêk hat.
Polêsê mehellî, diyar kir ku ji wesayîtekî polêsan ku dewrîyeyan diavêt re bi wesayîtekî ku hatibû kirin nav wesayîtekî parqkirî, di dema derbasbûna wesayîta polêsan de êrîş hat lidarxistin, di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Polêsên ku hatin cîhê bûyerê, hêzên ewlehîyê û ekîbên xelaskirinê yên ku birîndar bûn ji nexweşxaneyê re rakirin.
Hat îfadekirin ku bombe bi qumandayê hatîye teqandin.
Polê, ji bona ku sûcdaran biqefêlin xebat dan destpêkirin.
Hêj tu komekî xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sîyonîstên îşxalker, qebûl kir ku di seatên serê sibehê de, hatîye tespîtkirin ku ji Yemenê fuzeyek hatîye avêtin. Sîrenên elarmê li herêmên Tel Avîv û îskanên dinê, bi taybetî jî li navenda Filistîna îşxalkirî lêketin.
Rejima îşxalker a sîyonîst ku li Xezzeyê qirkirin û qetîlamên xwe didomîne, êvarê jî êrîşî sîvîlan kir, di encama êrîşê de 13 sîvîl şehîd bûn.
Di daxuyanîya Neteweyên Yekbûyî ya piştî bomberdûmana konên ku sivîlên bi darê zorê li herêma El-Mevasî ya Xan Yûnisê sitar bûn de hat ragihandin ku li Xezzeyê ciheke ewle nemaye û tu kes jî ne di ewlehîyê de ye.
Li peravên Tunusê kelek bin av bû, di encama binavbûna kelekê de herî kêm 27 koçber canê xwe ji dest dan.