Di daxuyanîya Neteweyên Yekbûyî ya piştî bomberdûmana konên ku sivîlên bi darê zorê li herêma El-Mevasî ya Xan Yûnisê sitar bûn de hat ragihandin ku li Xezzeyê ciheke ewle nemaye û tu kes jî ne di ewlehîyê de ye.
Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Philippe Lazzarini derbarê êrîşa li ser herêma El-Mevasî ya ku rejima îşxalker îddîa kir ku "ewle" ye daxuyanî da û got di 7ê Cotmeha 2023an de êrîşên li ser Xezzeyê dest pê kir û diyar kir ku ji wê demê û vir ve li herêmê tu cihekî ewle û ewledar tine.
Lazzarini bal kişand ku di êrîşa li El-Mevasî de gelek kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn û wiha got: "(Ev êrîş) bi bîr xist ku herêmeke ewle tineye ku herêmeke însanî hebe.”
Lazzarini diyar kir ku her roja bê agirbest ew ê li Xezzeyê bibe sedema trajediyên zêdetir.
Di êrîşa dawî ya hewayî ya rejîma sîyonîst ser çadirên Filistîniyên bi darê zorê yên li herêma El-Mevasî de, 11 kes ji wan herî kêm 3 zarok şehîd bûn û 15 sivîl jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di şewata ku li gundekî herêma Gal a Abhazyayê derket de 5 xwişk û birayan jiyana xwe ji dest dan.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 805an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 64an.
Bi hezaran xwenîşanderên îşxalker bang li hikûmeta Netanyahu kirin ku îstifa bike û daxwaza pevguhertina girtiyên ya li Xezzeyê kirin.
Hêzên îşxalker ji duh bi şev û vir ve di êrîşên li ser bajarên cuda yên Şerîaya Rojava de herî kêm 20 kes desteser kirin.