Li Pakistanê lehî: 10 mirî

Di encama lehîya ku li Pakistanê rabû de 10 kes canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin doh êvarî li herêmên Huzdar, Zob û Awarana Pakistanê ji ber barana zêde lehî rabû.
Ji ber lehîya ku rabû mal di bin avê de man û wesayît di ber lehîyê re çûn. Di encama lehîyê de 2 jê zarok tevde 10 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Kalîmantana Rojhilata Endonezyayê ji ber barana zêde hezaz pêk hat û ax herikî, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Avichay Adraee, berdevkê erebî yê artêşa rejîma sîyonîst, ji xelkê sîvîl xwest ku ji sê benderên Yemenê yên di bin kontrola Ensarullahê de derkevin û îddîa kir ku ew "ji bo armancên leşkerî têne bikar anîn".
Qeter û Misirê biryara Hamasê ya berdana êsîrê Emrîkayî wekî "jesteke niyeta baş" bi nav kirin. Herdu welatan banga vegera danûstandinan li Xezzeyê ji bo agirbesteke berfireh kirin.
Li wîlayeta Bedexşana Efxenistanê di madenekî de hilweşîn pêk hat, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.