Li Pakistanê li dijî xaleke kontrolê ya ewlehiyê êrîşa bombeyî: 14 mirî, 24 birîndar
Li bakurê rojavayê Pakistanê, di êrîşeke xwekujî ya li dijî xaleke kontrolê de 14 kesan canê xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.
Li gorî medyaya herêmî, di êrîşeke xwekujî ya li ser xaleke kontrolê ya ewlehiyê li parêzgeha Xeyber Paxtûnxwa ya li bakurê rojavayê Pakistanê de, herî kêm 14 kes, ku di nav wan de karmendên ewlehiyê, polês û karmendekî daristanê jî hebûn, hatin kuştin.
Çavkaniyan gotin ku êrîş roja Pêncşemê bi şev li xaleke kontrolê ya ewlehiyê li herêma Tankê qewimî, dema ku êrîşkarekî xwekuj di wesayîtekê de teqemenî teqand, teqînek bihêz çêbû ku di encamê de qurbanî û ziyanên mezin çêbûn.
Çavkaniyan zêde kirin ku di nav kuştiyan de 9 leşker, 4 polês û karmendek ji daîreya daristanên wîlayetê hene.
Di teqînê de herî kêm 24 kes birîndar bûn, ku 20 leşker û 4 polês bûn û ew rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Li gorî çavkaniyan, di teqînê de qereqola polêsan wêran bûye, û di demekê de ku ekîbên rizgarkirinê li cihê bûyerê xebatên lêgerîn û tehliyekirinê didomînin, tê bawerkirin ku sê leşker di bin xirbeyan de asê mane.
Çavkaniyan zêde kirin ku hêzên ewlehiyê di operasyonên piştre de sê çekdarên din li herêmê kuştin.
Heta niha ti rêxistinê berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe. Lêpirsîn berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, ji ber êrîşên berdewam ên li ser Filistînî û cihên pîroz, banga gurrkirina pevçûnê bi hêzên îşxalker re kir û pesnê "berxwedana şervanên berxwedanê" li dijî hêzên îşxalker û niştecihên li Şerîaya Rojava da.
Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê Xelîl el-Hayye ji serokên Misir, Qeter û Tirkîyeyê re name şand û ji bo rawestandina îxlalkirinên agirbestê ji aliyê îşxalkeran ve daxwaza mudaxeleya lezgîn kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşa hêzên sîyonîstan a li ser bajarokê Tel ê li başûrê rojavayê Nablusê de çar Filistînî şehîd bûne û leşkerekî sîyonîst jî hatiye kuştin.