Rêberê Hamasê Hayye ji bo agirbestê bang li welatên navbeynkar kir
Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê Xelîl el-Hayye ji serokên Misir, Qeter û Tirkîyeyê re name şand û ji bo rawestandina îxlalkirinên agirbestê ji aliyê îşxalkeran ve daxwaza mudaxeleya lezgîn kir.
Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê Xelîl el-Hayye nameyên fermî ji serokên Misir, Qeter û Tirkîyeyê re şandin, ku li Xezzeyê di danûstandinên agirbestê de navbeynkariyê dikin, û ji wan xwest ku ji bo rawestandina îxlalkirinên agirbestê ji hêla îşxalkeran ve tedbîran bigirin.
Hayye di nameyên xwe de diyar kir ku îşxalker bi armanca ku danûstandinan sabote bikin û rê li ber peymanek ku wê ji gelê Filistînê re aramiyê bîne bigirin bi zanebûn îxlalkirinên xwe yên xwînî zêde dikin.
Hayye diyar kir ku îxlalkirin hedefgirtina sivîlan, wêrankirina malan, ji nû ve îşxalkirina deverên nû, û ferzkirina sînordarkirin li ser ketina alîkariyên mirovî û tenduristî, û her weha materyalên tamîrê yên pêwîst ji bo nexweşxane û xizmetên bingehîn vedihewîne, û daxwaza destwerdana bilez ji welatên navbeynkar kir.
Hayye diyar kir ku ji dema destpêkirina agirbestê ve, ji ber îxlalkirinên hêzên îşxalker 1143 Filistînî şehîd bûne, ku 409 ji wan jin, zarok û kal û pîr bûn. Her wiha destnîşan kir ku 3616 kes birîndar bûne, ku 1789 ji wan jin, zarok û kal û pîr bûn.
Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê tekez kir ku ev îxlalkirin li dijî îradeya welatên garantor ên peymanê û civaka navneteweyî dijwariyek eşkere ye.
Hayye bang li welatên navbeynkar kir ku gavên bilez û tesîrdar bavêjin da ku agirbesta heyî biparêzin û serkeftina hewildanên ji bo derbasbûna merhaleya duyemîn a planê garantî bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, ji ber êrîşên berdewam ên li ser Filistînî û cihên pîroz, banga gurrkirina pevçûnê bi hêzên îşxalker re kir û pesnê "berxwedana şervanên berxwedanê" li dijî hêzên îşxalker û niştecihên li Şerîaya Rojava da.
Li bakurê rojavayê Pakistanê, di êrîşeke xwekujî ya li dijî xaleke kontrolê de 14 kesan canê xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşa hêzên sîyonîstan a li ser bajarokê Tel ê li başûrê rojavayê Nablusê de çar Filistînî şehîd bûne û leşkerekî sîyonîst jî hatiye kuştin.