Li Pakistanê êrîş li wesayîta leşkerî hat kirin: Yek mir 5 birîndar

Li bakurrojavaya Pakistanê li dijî wesayîta leşkeran bi bombeyê êrîş hat lidarxistin, di encamê de leşkerek canê xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.
Bûyer, li herêma Rêya Derdora Înayat Kalaya navçeya Bajaur a wîlayeta Xayber Paxtunwayê pêk hat.
Li gorî çapemenîya welat wesayîta leşkerî ku di rê de diçû, bi bombeyên destan dûçarê êrîşan bû.
Di encama teqînê de leşkerek canê xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês û ekîbên xelaskirinê hatin sewqkirin.
Hat ragihandin ku polês li herêmê tedbîr girtin û xebat dan destpêkirin.
Hêj tu komek xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 192an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 157 hezar û 114 kesan.
HAMASê, bang li alema Îslamê û însanên azad ên li cîhanê kir kur bila ji bo Xezzeyê grêva kûrewî bikin.
Barana dijwar a ku li Nîjerê barîya bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de 47 kesan canê xwe ji dest dan.