Li Şama paytexta Sûrîyeyê, çend teqînên mezin çêbûn
Li nêzîkî avahiya Wezareta Geştiyariyê li Şama paytexta Sûrîyeyê, du teqîn li pey hev çêbûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, teqemeniyên ku di wesayîteke parqkirî û konteynirek çopê de hatibûn bicihkirin, li yek ji kolanên herî qerebalix ên bajêr teqiyan.
Piştî eberdayînê gelek ambûlans û ekîbên ewlehiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin, lê heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn ka di teqînan de qurbanî an birîndar hene an na.
Li gorî agahiyan, teqîn li nêzîkî otêla ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di dema serdana xwe ya Şamê de lê dima, qewimîn.
Hat ragihandin ku Macron di dema bûyerê de ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed Şara re li Qesra Serokkomariyê bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barana rekord a li herêma Nanning a Çînê çar kes mirin, û ji bo 8 kesên winda jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Hêzên îşxalker li peravên navenda Xezzeyê heft masîgir esîr girtin.
Balafirên hewayê yên bêmirov a rejima sîyonîst li Şerîda Xezzeyê konê Filistînîyan hedef girt, di encama êrîşê de 2 Filistînî şehîd bûn, herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.
Serokkomarê Lubnanê Joseph Avn diyar kir ku îşxalkirina axa Lubnanê ji aliyê rejîma sîyonîst ve, pêkanîna Peymana Washingtonê asteng dike.