Di êrîşa ku li kampa Kalandîyaya bakurê Qudsê hat lidarxistin de 3 Filistînî birîndar bûn, li başûrrojhilata Beytullahîmê jî 25 kes hatin êsîrgirtin.
Hîva Sor a Filistînê, diyar kir ku di êrîşa ku li dijî Kampa Kalandîya û Ceddeya Balafirgehê hat lidarxistin de 3 ciwan bi guleyan birîndar bûn.
Mirovên ku bûyerê dîtin îfade dan ku li kampê ji gelek malan re êrîş hatine lidarxistin û dûre lêgerîn hatîye kirin.
Îşxalkeran, xeyn ji vê bûyerê li Beytullahîmê jî êrîşekî mezin da destpêkirin.
Di êrîşa ku li bajaroka Tukuya başûrrojhilata Beytullahîmê hat lidarxistin de jî 25 kes hatin êsîrgirtin.
Hêzên îşxalê, di dema êrîşa li kampa El Fawwarê de ji Walîtîya El Xelîlê 4 kesan êsîr girt û bi dehan kesan jî lêpîrsin kirin.
Li bajaroka Bîrzeyîta bakurê Ramallahê jî ciwanekî hat êsîrgirtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam ragihand ku li taxa Beyt Lahîya Xezzeyê li malekê 3 leşkeran bi kêrê kuştine û leşkerên dinê jî bêbandor kirine û piştre jî girtiyên di malê de rizgar kirine.
Wezareta Tenduristîya Giştî ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê kampanyaya derzîlêdanê ya sê rojan ragihand ku bi mebesta parastina 4,8 mîlyon zarokên di binê pênc salî de ji vîrusa felcetê ye.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 317an û hejmara birîndaran jî derket 107 hezar û 713an.
Di êrîşên rejima îşxalker ên li dijî Refah û Xan Yûnisê de herî kêm 3 kes şehîd bûn.