Di êrîşa ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li nêzî nexweşxaneyeke bajarê Xan Yûnisê li başûrê Şerîda Xezzeyê hat lidarxistin de 3 sivîl û di êrîşa li ser Nuseyratê de jî 6 sivîl şehîd bûn.
Heyva Sor a Filistînê ragihand ku artêşa îşxalker derdora Nexweşxaneya Amal a Xan Yûnisê bombe kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, di êrîşê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û gelek sivîl jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku qada ku sivîlên Filistînî lê kom bûne ji aliyê balafira bêmirov a artêşa îşxalker ve hatiye lêdan.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên tenduristiyê hatin hildan, balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa îşxalker sivîlên Filistînî yên li Taxa Er-Rimal a bajarê Xezzeyê kirin hedef.
Di êrîşê de 3 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Her wiha artêşa îşxalker mala malbata “Ebû Yûsif” a Filistînî ya li Kampa Koçberan a Nûseyrat a li navenda Şerîda Xezzeyê hedef girt.
Di êrîşê de 3 sivîl hatin kuştin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî ku Hizbullah a Lubnanê bi mûşekên giran herêmên bakur û navendî yên Filistîna îşxalkirî hedef girt, gelek îşxalker birîndar bûn û mal û wesayîtan zirar dîtin.
Dr. Hussam Ebû Safîyayê Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê, di êrîşa îşxalê ya li dijî nexweşxaneyê de birîndar bû.
Siyonîstên îşxalker bi sedan filistînî li navçeya Şucaiye ya li rojhilatê Xezzeyê ji cih û warên xwe kirin.
Hejmara kesên Lubnanê yên di bin êrîşên rejîma siyonîst de ji milyonek û 862 hezarî derbas bû.