Li Swêdê êrîşa çekdarî: 3 mirî
Li bajara Uppsalaya Swêdê bi çekan êrîşek hat lidarxistin.
Hat îfadekirin ku êrîş li bazara Vaksalaya navenda bajara Uppsalayê pêk hat.
Li gorî nûçeya Televîzona Swêdê (SVT), di êrîşa ku li bajaroka Uppsalayê hat lidarxistin de sê kes hatin kuştin.
Polês, di daxuyanîya ku da de îfade kir ku bûyer wek cînayetê tê lêkolînkirin.
Polês, herêmê kir bin kontroleke mezin û xizmetên ku bi trênê têne kirin jî li Uppsalayê hat rawestandin.
Ji bo şikdarê ku revîyaye xebat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.