Li Sûrîyeyê, şewatên daristanê nayên kontrolkirin

Li herêma Bayirbucaka bajara Lazqîyeya bakurrojavaya Sûrîyeyê, ev bû 7 roj in li daristanê şewat berdewam dike, şewata ku derket bi tesîra bayê nayê kontrolkirin.
Şewata ku li Çîyayên Zahîye û Qertel û 45 tepikên wan ên Bayirbucakê derketîye, hêj nehat kontrolkirin.
Bi tevî ekîbên parastina sîvîl a şewatê û îtfaîyeyê ji Tirkîye, Urdin û Libnanê jî ekîbên hewayê midexeleyê şewatê kirin.
Hat îfadekirin ku şewat di 3yê Tîrmehê de dest pê kir, û belavê daristanên Kastal Maaf, Kantara, Mezra, Beyt Milik, Firinlik û gundê Murtluyê bûye û li van herêman zêdetir tesîrdar bûye.
Di şewatê de, 14 hezar û donim erd ên çandinî û daristan zerarê dîtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sûrîye fonên dewletê û encûmeneke aborî ava dike da ku piştgirîya ji nû ve avakirinê bike.
Piştî hevdîtinên bi Trump re, serokwezîrê qaşo yê rejîma siyonîst Benyamin Netanyahu got, "Em danûstandina êsîran dixwazin, lê ne di hemû şert û mercan de." Ji aliyê din ve, HAMAS tekez kir ku ew ê ji daxwazên xwe yên bingehîn paşve gav neavêjin.
Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê HAMASê, îro û di dîrokên cûda de li deverên cuda yên Xezzeyê di operasyonên ku hatin lidarxistin de leşkerên îşxalker û wesayîtên wan bêtesîr kirin û hewl dan leşkerekî îşxalker bigirin.
Ensarullahê li Yemenê, daxuyand ku ew keştîyekî bi navê ETERNITY C ku ber bi Bendera Ummu’r-Reşraş a Filistîna îşxalkirî ve diçû bi bombeyan hedef girtine, di encamê de keştî bin av bûye.