Li Tubasê 119 Filistînî hatin desteserkirin, 25 jî birîndar bûn
Karbidestên Filistînî ragihandin ku di êrîşa artêşa îşxalker a li ser bajarê Tubas ê li bakurê Şerîaya Rojavayê de ku di roja duyemîn de ye herî kêm 25 Filistînî birîndar bûn û 119 kes hatin desteserkirin.
Nîdal Odeh, serokê Komeleya Heyva Sor a Filistînî li herêmê, got ku piştî destpêkirina êrîşan di sibeha roja Çarşemê de, tenduristvanan 25 birîndaran derman kirin.
Odeh her wiha got ku hinek ji birîndaran xort bûn ku berî serbestberdanê ji teref hêzên îşxalker ve hatibûn desteserkirin û hatibûn lêdan. Karbidest her wiha got ku rewşa birîndaran di rewşeke nerm de ye.
Kemal Benî Odeh, rêveberê Klûba Êsîran li Tubasê, got ku hêzên îşxalker 119 Filistînî, di nav de êsîrek jin a berê û diya wê, girtine û piştî lêpirsînên li meydanê nêzîkî 50 ji wan serbest berdane.
Îşxalkerên siyonîst roja Çarşemê li bakurê Şerîaya Rojava êrîşeke berfireh dan destpêkirin, qedexeya derketina derve ferz kirin, rê girtin û hêzên zêdetir bi cih kirin.
Di daxuyaniyekê de, artêşa îşxalker îddîa kir ku wan bi hêzên din ên siyonîst re li bakurê Şerîaya Rojava li gelek deverên bakurê wê êrîşek dane destpêkirin û şervanên berxwedanê yên li herêmê di sala borî de gelek çalakî pêk anîne.
Komên Filistînî daxuyanî dan û êrîşên îşxalker şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku destwerdanê bike. Grûpan tekez kirin ku dagirker "êrîş û sûcên şer" dike û hiqûqa navneteweyî îxlal dike.
Li gorî amarên Filistînî, êrîşên li Şerîaya Rojava ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, paralel bi qirkirina li Xezzeyê re, zêde bûne, di encamê de nêzîkî 1000 kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn û bi dehan xanî hatin wêrankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro talîmat da Hêzên Hewayî yên xwe ku "ji bo êrîşeke muhtemel a Emrîkayê amade bin"
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, wê di navbera 4-5ê Kanûnê de bi fermî Hîndistanê zîyaret bike.
Hat destnîşankirin 5 êsîrên Filistînî yên ku li Xezzeyê hatibûn desteserkirin û ji teref rejima îşxalker ve dîsa hatin serbestberdan gihîştin Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê.