Li Xazzeyê agirbest bi dawî bû

Hat ragihandin agirbesta di navbera Hamas û rejîma îşxalê de ya ku 7 rojan berdewam kir bi dawî bûn.
Hat hînbûn piştî xelasbûna agirbestê siyonistên terorîst bi balafir û tankan cardin êrîş birin li ser Xazzeyê.
Derbarê mijarê de ji teref HAMASê ve hat diyarkirin li bakurê Xazzeyê di navbera mucahidan û siyonistên îşxalker de dîsa pevçûnên dijwar dest pê kirin.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xazzeyê jî êrîşên siyonistên îşxalker teyîd kir.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ebdulmelîk Hûsî, rêberê "Ensarullah" a Yemenê, ragihand ku Emrîka û rejîma îşxalker di warê çareserkirina pirsgirêka leşkerî ya Yemenê de têk çûne, û tekez kir ku pêşanîya wan piştgirîkirina gelê Filistînî li Xezzeyê ye.
Balafireke ambulansê ya biçûk ku şeş kes tê de bûn, dema ku ji navenda Şîlî ber bi bakurê wî welatî ve diçû, ket xwarê, lê nehat ragihandin ku kesek sax filitî ye.
Baskê leşkerî yê HAMASê, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ragihand ku wan doh di operasyonên li Refahê de du yekîneyên artêşa îşxalker hedef girtine û di encamê de 19 leşker mirine û birîndar bûne.
OCHA ragihand ku çeteyên Cihûyan di sê hefteyên dawî de 13 caran êrîşî Filistînîyên li Şerîaya Rojava kirine, çar Filistînî birîndar bûne, du malbat bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin û pênc zarok jî hatine revandin.