Li Xezzeyê 3 komên berxwedanê operasyoneke hevpar lidar xistin

Micahîdên Tûgayên Qessam, Serîyyeyên Qudsê û Tûgayên Nasirê operasyoneke hevpar lidar xistin, di operasyonê de bi topên hewanê leşker û wesayîtên dijmin hatin hedefgirtin.
Tûgayên Qessam, li ser qenala Telegramê daxuyanîyek da û derheqê operasyona ku li darxistin de agahîyan da.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin:
“Tûgayên Qessam, noqteya kontrol û îdareya dijmin ku li nêzê Dibistana Darul Erkama li Taxa et-Tuffahê ye bi topên hewanê hedef girt.
Tûgayên Qessam, li herêma Zannaya bakurrojhilata Xan Yûnisê balgirekî personel a sîyonîstan bi bombeyên warîlê hedef girt û mirettebatên nav wesayîtê jî mirî û birîndar hişt. Micahîdên me ji bona ku leşkerên mirî û birîndar werin tehlîyekirin dîtin ku helîkopter hatine û çûne.
Micahîdên Tûgayên Qessam, bi tevî micahîdên Serîyyeyên Qudsê û Tûgayên Nasirê li dijî dijminê ku li nêzê eywana El-Muhenda ku li herêma Bati Satara Xan Yûnisê ye bi topên hewanê operasyonek li dar xistin.”
Berxwedana Filistînê di demên dawîn de bi taybetî li Xan Yûnis û Refahê operasyonên xwe zêde kirine û ev jî gelek balkêş e. Tê destnîşankirin ku di van operasyonan de gelek îşxalker mirine û birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst êsîrekî din ê Xezzeyê li navendeke lêpirsînê şehîd kir. Şehadet bi mehan hate veşartin, û rejîma îşxalker hewl da ku bûyerê wekî "ketineke tesadufî" veşêre.
Li peravên Kamcatkayê di mezinahîya 6.4an de erdhejek çêbû.
Hejmarê sporvanên ku di êrîşa rejima îşxalker de li Xezzeyê şehîd bûne gihîşt 660î. Şehîdê herî dawîn, stêrka berê yê taxima netewî Suleyman el-Ubeyd bû.
41 Parlamenterên Ewrûpayê ji Neteweyên Yekbûyî xwestin, bila NY ambargoyê bide ser rejîma terorê. Parlementeran gotin ku NY bi rejima terorê re tîcaretê dike û ev yek nayê qebûlkirin.