Sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê êrîşeke asîmanî pêk anîtin, di encama êrîşa asîmanî de yek jê wezîfedarekî tenduristîyê 5 sîvîl şehîd bûn.
Êrîşên asîmanî ya rejima îşxalker ê li dijî Xezzeyê berdewam dike. Li gorî xebera Wafaya ajansa fermî ya Filistînê, di êrîşên ku li cîhên cuda yên Xezzeyê hatine lidarxistin de yek jê wezîfedarekî tenduristîyê 5 sîvîl şehîd bûn.
Di êrîşên ku li Kampên Nuseyrat û El Bureycê hatîye kirin de 2 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya El-Avdeyê re hatin rakirin.
Di êrîşeke dinê ya ku ji Kampa Cîbalîyeya li bakure hat lidarxistin de jî personelê ambûlansê Hasan El-Kehlutê şehîd bû. Di bomberdmana ji navenda Xezzeyê re de hî 2 Filistînî şehîd bûn û li herêmê heta serê sibehê êrîş berdewam kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 565an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 660an.
Piştî ku îşxalkeran bi saetan li Şerîeya Rojavayê 15 kes di nav de jinek jî heye desteser kirin, êrîşên xwe yên li ser bajar û gundên ku Filistînî lê dijîn didomînin, di dema serdegirtinan de di navbera berxwedêrên Filistînî û îşxalkeran de pevçûn rû didin.
Li Îranê artêş, li herêmên parastina hewayî yên rojava û bakurê welat tetbîqata bi navê "Power-1403" da destpêkirin.
Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî Usama Hamdan, îfade kir ku berxwedan plana tesfîyekirina doza Filistînê tarûmar kir, çareserîyek tenê heye ku ew jî dawîbûna îşxalê ya ji temamê axên Filistînê ye.