Li Xezzeyê di nav 24 seatên dawîn de 18 kes ji birçîna şehîd bûn

Li Xezzeyê di nav 24 seatên dawîn de ji ber kêmasîya xwarinê û birçîna 18 ke şehîd bûn.
Êrîş û dorpêça rejima îşxalker a li ser herêmê, krîza însanî ya ku heye zêde û kurtir dike.
Li gorî Wafayê, çavkanîyên tenduristîyê, tê destnîşankirin ku li nexweşxaneyên Xezzeyê her roj bi sedan weqayên birçîbûnîyê têne tedawîkirin.
Di nav weqayan de nîşanên ciddî yên wek hêşçûnê û kêmasîya enerjîyê têne dîtin. Bi tevî vana ji ber kêmasîya cîh û amûrên tenduristîyê xizmeta tenduristîyê jî hema hema ber bî dawîbûnê de ye.
Çavkanîyên herêmê îfade dikin ku di nav 24 seatên dawîn de 18 kes ji birçîna can dane, heta 86 kes ji birçîna şehîd ketine, ji van jî 76ê wan zarok in.
Hat destnîşankirin ku bi taybetî li bakurê Xezzeyê 17 hezar zarok ji ber kêmasîya xwarinê micadeleya jîyanê didin, herî kêm 800 zarok jî di bin talûkeya mirinê de ne.
Rayedarên Kompleksa Tip a El-Şîfayê îfade dikin ku ev rewş hêna jî berdewam dike û dibe ku hejmarê şehîdan zêde bibe.
UNWRA jî derheqê zarokên di bin 5 salî de jî hişyarî dabû ku ew di warê birçîbûnê de zêdetir di bin talûkeyê de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, di bersiva daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Îranê de ragihand ku ew dikarin êrîşên nû li ser tesîsên nukleerî bikin. Ji aliyê din ve, Îranê diyar kir ku ew ê dev ji bernameya xwe ya nukleerî bernede û ji bo danûstandinan vekirî ye.
Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, ragihand ku wan li başûrê rojhilatê Dêr el-Belahê wesayîteke zirxî ya leşkerî ya aîdî hêzên îşxalker bi mûşekeke Yasin 105 hedef girtiye. Li heman herêmê şerên dijwar berdewam dikin.
HAMASê ragihand ku ew bi berpirsiyarî û bi biryardarî tevdigerin, heta ku di zûtirîn dem de bigihîjin rêkeftineke agirbestê ya bi rûmet ku krîza mirovî ya giran a ku gelê Xezzeyê dijî bi dawî bikin.
Rayedarên tenduristîya Xezzeyê, daxuyand ku di nav 48 seatên dawîn de hejmarê mirîyên ku ji birçîna mirine derket 20 kesan. Heta niha jî, piranîya wan zarok herî kêm 86 kes ji birçîna şehîd bûne.