Tûgayên Qessam li Dêr Belehê wesayîteke zirxî ya rejîma sîyonîst îmhe kirin

Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, ragihand ku wan li başûrê rojhilatê Dêr el-Belahê wesayîteke zirxî ya leşkerî ya aîdî hêzên îşxalker bi mûşekeke Yasin 105 hedef girtiye. Li heman herêmê şerên dijwar berdewam dikin.
Tûgayên Îzzedîn el-Qessam ê baskê leşkerî yê Hamasê, ragihand ku wan wesayîteke leşkerî ya zirxî ya aîdî hêzên îşxalker li bajarê Deyr el-Belah ê li navenda Xezzeyê hedef girtine.
Qessam daxuyaniyek kurt weşand û got ku Mucahîdan "li nêzîkî çerxa Ebû Hulî li başûrê rojhilatê Dêr el-Belahê wesayîteke zirxî ya sîyonîst bi mûşekeke dijî-tank a Yasin 105ê xistiye xwarê."
Şahidên li herêmê ragihandin ku di navbera hêzên îşxalker û komên berxwedana Filistînî de pevçûnên dijwar qewimîne. Li heman herêmê, artêşa îşxalker îro sibê mirina efserekî ragihand.
Artêşa rejîma sîyonîst mirina efserê yedek ê 36 salî Vladimir Loza di pevçûnên li başûrê Xezzeyê de piştrast kir. Bi vê windahiyê hejmara leşkerên îşxalker ên ku di 24 saetên dawî de hatine kuştin gihîşte 2 kesan.
Li gorî raporê, di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin de, rejîma sîyonîst 895 leşkerên xwe winda kiriye, ku ji wan 451 leşker di şerên bejahî yên li Xezzeyê de mirine. Hejmara birîndaran gihîştiye 6 hezar û 108 kesan. Lêbelê, rejîm windahiyên xwe yên rastîn vedişêre.
Parastina bi biryar a ku komên berxwedanê li dijî êrîşên qirkirinê yên berfireh ên li Xezzeyê nîşan didin, zirarên giran dide hêzên îşxalker. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Cenîna Şerîaya Rojavayê zarokekî di encama gulereşandina rejima sîyonîst de şehîd ket.
Serfermandarê qaşo yê rejima îşxalker Eyel Zamîr, qebûl kir ku herba li Xezzeyê ji bo artêşa wan herbekî tevlîhev e. Zamîr destnîşan kir ku bedeleke giran didin, ji ber ku êrîşên bejahîyê neserfiraz bûye tehqîqat hatîye destpêkirin.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, di bersiva daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Îranê de ragihand ku ew dikarin êrîşên nû li ser tesîsên nukleerî bikin. Ji aliyê din ve, Îranê diyar kir ku ew ê dev ji bernameya xwe ya nukleerî bernede û ji bo danûstandinan vekirî ye.