HAMAS: Îşxalker hewl didin ku bi qetlîaman tawîzên ku nekarîne li ser maseya danûstandinan bi dest bixin, bi dest bixin

HAMASê ragihand ku ew bi berpirsiyarî û bi biryardarî tevdigerin, heta ku di zûtirîn dem de bigihîjin rêkeftineke agirbestê ya bi rûmet ku krîza mirovî ya giran a ku gelê Xezzeyê dijî bi dawî bikin.
Tevgerê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku armanca wan a sereke çareseriyek e ku êrîşên rejîma sîyonîst bi dawî bike û qirkirinê rawestîne. HAMASê daxuyaniyê wiha domand: "Em têkiliyên xwe bi navbeynkar, welatan û hemî aliyên peywendîdar re didomînin, heta ku facîaya mirovî ya ku her ku diçe kûrtir dibe rawestînin."
HAMASê diyar kir ku îşxalker hewl didin bi qetlîamên ku li ser erdê pêk tînin tawîzên ku nikarin li ser maseya danûstandinan bi dest bixin, bi dest bixin û bal kişand ku ev zext dê helwesta berxwedanê neguherîne.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şêwirên bi komên Filistînî re berdewam dikin û armancên wan rawestandina êrîşan, bidawîanîna qirkirinê, ji nû ve avakirina Xezzeyê, bidawîanîna dorpêçê û garantîkirina jiyaneke bi rûmet ji bo gelên herêmê ne.
Pêşniyara nexşerê ya rejîma sîyonîst di rojevê de ye
Li gorî çavkaniyên Filistînî, Hamasê vê dawiyê bi rêya navbeynkaran belgeyeke nûvekirî wergirtiye ku tê de nexşeya bicihbûna leşkerî ya rejîma sîyonîst li Xezzeyê heye.
Nexşe nîşan dide ku artêşa îşxalker hêna jî piraniya Beyt Xanûnê li bakurê Xezzeyê, nîvê Refahê li başûr û hinek deverên Xan Yûnisê îşxal kiriye.
Hamas vê nexşeyê bi komîteyên xwe yên navxweyî û komên din ên Filistînî re dinirxîne. Nexşeyên bi heman rengî yên berê hatine pêşkêşkirin, ku tê de diyar dikirin ku îşxalker tevahiya Refah û piraniya deverên sînor kontrol dike, bi awayekî kategorîk hatin redkirin.
HAMAS: Plana îşxalkirin û dersînorkirina %40 hat redkirin
Her çiqas Hamas daxwaza vegera herêmên vekişînê yên ku di peymana Çileya 2025an de hatine destnîşankirin dike jî, nexşeya herî dawî ya ku ji hêla îşxalkeran ve hatîye pêşkêş kirin diyar dike ku îşxalker niyeta wan heye ku ji sedî 40ê Xezzeyê di bin îşxalkirinê de bihêlin û Refahê bi tevahî kontrol bikin, û wê bikin beşek ji plana koçberkirina bi darê zorê. Hate balkişandin ku ev plan nayê qebûlkirin.
Di danûstandinên nerasterast ên li Dohaya paytexta Qeterê de, Hamasê sê guhertinên sereke li ser pêşniyara agirbestê ya herî dawî ya ku ji hêla Emrîkayê ve hatîye pêşkêşkirin pêşniyar kir:
1- Agirbest divê demkî nebe, lê belê ji bo çareseriyeke mayînde divê pêvajoyeke danûstandinên vekirî were garantîkirin.
2- Misogerkirina ku alîkarî bi rêyên birêkûpêk û pêbawer tê gihandin,
3- Merhaleya yekem a peymanê destnîşan dike ku artêşa sîyonîst dê ji hinek herêman vekişe.
Di vê heyamê de, ji ber ku îşxalker êrîşên xwe yên hovane didomînin, krîza birçîbûnê li Xezzeyê gihîştiye asteke bêhempa. Ev karesata mirovî, ku li ber çavên cîhanê diqewime, hêna jî ji civaka navneteweyî bersivek xurt negirtiye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Cenîna Şerîaya Rojavayê zarokekî di encama gulereşandina rejima sîyonîst de şehîd ket.
Serfermandarê qaşo yê rejima îşxalker Eyel Zamîr, qebûl kir ku herba li Xezzeyê ji bo artêşa wan herbekî tevlîhev e. Zamîr destnîşan kir ku bedeleke giran didin, ji ber ku êrîşên bejahîyê neserfiraz bûye tehqîqat hatîye destpêkirin.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, di bersiva daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Îranê de ragihand ku ew dikarin êrîşên nû li ser tesîsên nukleerî bikin. Ji aliyê din ve, Îranê diyar kir ku ew ê dev ji bernameya xwe ya nukleerî bernede û ji bo danûstandinan vekirî ye.
Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, ragihand ku wan li başûrê rojhilatê Dêr el-Belahê wesayîteke zirxî ya leşkerî ya aîdî hêzên îşxalker bi mûşekeke Yasin 105 hedef girtiye. Li heman herêmê şerên dijwar berdewam dikin.