Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 63 hezar û 633yan

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 63 hezar û 633yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 160 hezar û 914 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 76 şehîd û 281 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 11 hezar û 502 kes şehîd bûn, 48 hezar û 900 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Lîzbona peytexta Portekîzê tramvayek ji rêya hesin derket, di qezayê de 15 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.
Tûgayên Qessam ku baskê leşkerî yê HAMASê ye, ji êrîşên “Gideon 2” ya rejima sîyonîst re wek bersivekî operasyonên “Asayê Musa” da destpêkirin.
Baranên musonê ku li wîlayeta Pencapa Pakistanê barîya bû sedema lehîyê, ji ber lehîyê di nav 48 seatên dawîn de nêzê 300 hezar mirov hatin tehlîyekirin.
Aktîvîstên ji Tirkîyeyê beşdarî Fîloya Sumudê bûn diyar kirin ku armanca wan a ewil şikandina dorpêça li ser Xezzeyê ye û bal kişandin ku ew bi biryar in ku bigihîjin armanca xwe.