Tûgayên Qessam, di berxwedanê de ket merhaleyeke nû: Operasyonên “Asayên Musa” dest pê kir!

Tûgayên Qessam ku baskê leşkerî yê HAMASê ye, ji êrîşên “Gideon 2” ya rejima sîyonîst re wek bersivekî operasyonên “Asayê Musa” da destpêkirin.
Çavkanîyekî bilind ê ji Tûgayên Qessam, di daxuyanîya ku ji El Cezîreyê re da de, daxuyand ku ew ji êrîşdarîya “Erebeyên Gideonê 2” ya rejima îşxalker re operasyonekî “Asayê Musa” dane destpêkirin.
Li gorê ev çavlanîyê micahîdan di vî warî de operasyona xwe ya ewil li Taxa Zeytûnê û bakurê Cîbalîyeyê li dar xistin.
Di daxuyanîya ku ji teref Tûgayên Qessam ve hat belavkirin de jî hat diyarkirin ku li Xezzeyê wesayît û çekên cuda yên rejima îşxalker hatine hedefgirtin. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li alîyê Hac Fadl a başûrê Taxa Zeytûnê komekî ku leşker û wesayîtên sîyonîstan li wê derê bûn hatin hedefgirtin.
Xeyn ji vana, li derdorê Camîya Selaheddînê ya li Taxa Zeytûnê buldozerekî leşkerî ya ji tîpa D-9 bi roketa “Yasîn 105” hatîye hedefgirtin.
Artmşa îşxalê meha borî li Taxa Zeytûnê êrîşeke mezin dabû destpêkirin, di van êrîşan de bi robotên ku kemîn li ser wan hebûn gelek xanî bi bombeyan hatin xerakirin, bomberdmana topan hatîye kirin, li derdorê jî beredayî gule hatine reşandin, bi vê şeklê hat armanckirin ku Filistînîyan bi zorê bidin koçkirinê.
Hat îfadekirin ku artêşa îşxalê 40 hezar leşkerên sîyonîst ên yedek gazî wezîfeyê kiribû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst gelek deverên Xezzeyê hedef girtin. Xanî, wesayît û avahiyên zanîngehê hatin hedefgirtin, di encamê de 78 Filistînî, ku zarok jî di nav wan de bûn, hatin kuştin.
Rêberê Tevgera Ensarullah Ebdulmelîk Hûsî diyar kir ku êrîşên ku ji hêla rejîma sîyonîst ve bi piştgiriya Emrîkayê têne kirin "şermiya serdema me" ne û tekez kir ku Yemen dê bê tawîz di parastina gelê Filistînê de bisekine.
Parlamenter û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Faruk Dînç got, "Wezîrekî qaşo îsraîlê tehdîd li kesên di vê fîloya keştîyê de ne kir û diyar kir ku ew ê van beşdaran bi awayê herî dijwar ceza bikin. Ji ber vê yekê, divê hemî dewlet, bi taybetî rêvebirên welatên ku welatiyên wan di fîloya keştîyê de ne, ewlehiya vê fîloya keştîyê garantî bikin."
Hejmara qurbaniyên erdheja 6.0 pileyî ya li rojhilatê Efxenistanê gihîştiye 2.205 kesan. Emîrtîya Îslamî hewlên xwe yên alîkarîyê zêde dike û xelk ji rêxistinên navneteweyî alîkariya lezgîn dixwazin.