Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 64 hezar û 231an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 64 hezar û 231an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 161 hezar û 583 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 84 şehîd û 338 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 11 hezar û 699 kes şehîd bûn, 49 hezar û 542 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Sûdanê di hilweşîna madena zêr de herî kêm şeş kes mirin, û tê gotin ku nêzîkî 20 kes jî li benda rizgarkirina ji bin kavilan in.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku bombebarana avahiyên bilind ên ji teref rejîma îşxalker ve bûye sedema koçberbûna bi sed hezaran sîvîlan û li gorî qanûnên navneteweyî bi awayekî eşkere "sûcekî şer" e.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokê Emrîkayê Donald Trump bi rêya navnîşana e-nameya xwe peyamek ji alîgirên xwe re şandiye û daxwaza bexşandina 15 dolarî kiriye û îddia kiriye ku ew kesê bijartî ye.
Di êrîşa ku di seatên serê sibehê de li Kampa Şatîllayê hat lidarxistin de pênc kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.