Li Xezzeyê di bin xanîyekî de 25 cenazeyê şehîdan hat derxistin
Cenazeyên 25 şehîdan, ku rojnamevanek jî di nav wan de bû, ji nav xirbeyên xaniyekî ku du sal berê di êrîşên artêşa îşxalker de li ser Xezzeyê wêran bûbû, hatin derxistin.
Rêveberiya Parastina Sivîl a li Xezzeyê diyar kir ku xebatên rizgarkirinê li kavilên xaniyekî li Xan Yûnisê, li başûrê Xezzeyê, didomin. Xanî ya malbata "El-Estal" a Filistînî bû û li herêma Es-Satr el-Gerbî ya Xan Yûnisê bû.
Hat ragihandin ku cenazeyên 25 şehîdan, ku rojnamevan Hîba el-Abadîle û diya wê jî di nav de ne, ji bin kavilan hatin derxistin.
Rêveberiya Parastina Sivîl ragihand ku li Xan Yûnisê xebatên kolandinê dest pê kirine da ku cenazeyên kesên winda yên di bin xirbeyên xaniyekî de asê mane, ku du sal berê hilweşiyaye, werin derxistin.
Hat ragihandin ku li Xezzeyê hêna jî cenazeyên bi hezaran şehîdan di bin xirbeyên avahiyên hilweşiyayî de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Banka Navendî ya Sûrîyeyê destpêkirina pereyek nû ya Sûrîyeyê ragihand.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku li bakurê rojavayê Nîjeryayê li dijî hêmanên girêdayî DAIŞê êrîşên asmanî yên "xwînî û wêranker" hatine kirin û "êrîşên li dijî Xiristiyanan di demsala Noelê de" wekî sebeb nîşan da.
Nûnerê Amerîkî Steve Witkoff ragihand ku merhaleya duyemîn a peymana Xezzeyê dê di destpêka meha bê de dest pê bike, di heman demê de Hamasê bal kişand ser îxlalkirinên berdewam ên rejîma sîyonîst ku pêvajoyê têk dibin.