Witkoff bernameya merhaleya duyem ragihand, di heman demê de Hamasê li dijî îxlalkirinên rejîma sîyonîst hişyarî da
Nûnerê Amerîkî Steve Witkoff ragihand ku merhaleya duyemîn a peymana Xezzeyê dê di destpêka meha bê de dest pê bike, di heman demê de Hamasê bal kişand ser îxlalkirinên berdewam ên rejîma sîyonîst ku pêvajoyê têk dibin.
Steve Witkoff, Nûnerê Taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump bo Rojhilata Navîn, ragihand ku derbasbûna merhaleya duyem a peymana agirbestê li Xezzeyê ji bo destpêka meha bê hatiye plankirin. Lêbelê, Hamasê hişyarî da ku êrîş û îxlalkirinên berdewam ên rejîma sîyonîst bi zanebûn rê li ber derbasbûna merhaleya duyem digirin.
Li gorî çapemeniya îşxalker, tê texmînkirin ku merhaleya duyemîn piştî hevdîtina Trump û Serokwezîrê rejîma sîyonîst Netanyahu dest pê bike. Lêbelê, tê gotin ku aliyê sîyonîst naxwaze heta ku cenazeyê esîrê dawîn ê li Xezzeyê neyê radestkirin, pêvajoyê dest pê bike.
Çavkaniyên ku ji çapemeniya sîyonîstan re axivîn ragihandin ku Witkoff beriya hevdîtina Trump-Netanyahu ji rayedarên sîyonîst re ragihandiye ku merhaleya duyemîn divê di destpêka mehê de dest pê bike. Heman çavkaniyan nivîsandin ku fikarên ku Trump dikare zextê bike ku merhaleya duyemîn bêyî şertê bêçekkirinê li Xezzeyê bidome, di rêveberiya Tel Avîvê de nerehetî çêkiriye.
Peymana agirbestê li Xezzeyê di 9ê Cotmehê de wekî beşek ji planeke du merhaleyî, bi navbeynkariya Misir, Qeter û Tirkiyeyê û di bin çavdêriya Emrîkayê de, hat îmzekirin. Di merhaleya yekem de, ku roja din ket meriyetê, Hamas pabendî şertên peymanê bû, lê rejîma sîyonîst gelek sozên xwe, nemaze di warê alîkariya mirovî de, bi cih neanî û bi sedan caran agirbest îxlal kir. Di encama van îxlalkirinan de, zêdetirî 400 Filistînî li Xezzeyê şehîd bûn.
Her çiqas rejîma sîyonîst termên esîrê dawî yê li Xezzeyê wekî sedemek ji bo derengxistina derbasbûna bo merhalea duyemîn nîşan dide jî, komên berxwedana Filistînî tekez dikin ku gihîştina terman dibe ku ji ber wêraniya mezin a ku ji ber êrîşên qirkirinê li pey xwe hiştiye demek bigire.
Li gorî plana Trump, merhalea duyemîn avakirina komîteyek teknokratîk a demkî ji bo birêvebirina Xezzeyê, pêvajoyek ji nû ve avakirinê, avakirina "konseyek aştiyê", bicihkirina hêzek navneteweyî, vekişînên din ên artêşa dagirker û bêçekkirina Hamasê vedihewîne. Lêbelê, çapemeniya dagirker nivîsand ku rejîma sîyonîst gumanên cîddî li ser vê yekê dihewîne ka ev hêza navneteweyî dikare Hamasê bêçek bike an na.
Di vê pêvajoyê de, Hamasê di têkiliyên xwe yên li Tirkiyeyê de hişyariyên xwe dubare kir. Heyeteke Hamasê, bi serokatiya Xelîl el-Heyya, yek ji rêberên tevgerê li Xezzeyê, di hevdîtinên xwe yên li Enqerê de bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re tekez kir ku ew bi tevahî pabendî peymana agirbestê ne. Heyetê bi eşkereyî diyar kir ku êrîş û îxlalkirinên agirbestê yên rejîma sîyonîst li Xezzeyê armanc dikin ku merhaleya duyemîn a agirbestê sabote bikin.
Di heman demê de, rejîma sîyonîst şandeyek ewlehiyê ji bo mijara termê esîrê dawîn şand Qahîreyê. Di nav şandeyê de nûnerên artêş, îstîxbarata navxweyî û îstîxbarata biyanî hebûn. Rojeva sereke ya civînan hûrgiliyên derbarê radestkirina termê de bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker di saetên serê sibê de li Şerîaya Rojava gelek deverên Şerîaya Rojava girt û nêzîkî 30 kes desteser kir.
Raportora Taybet a NY Rim es-Salim diyar kir ku tundûtûjiya cinsî bi awayekî sîstematîk wekî "çekek şer" li kampên penaberan li Sûdanê tê bikar anîn, û bûyeran wekî "bi awayekî bêhempa hovane û wêranker" bi nav kir.
Hikûmeta Yemenê ya ku di qada navneteweyî de tê nasîn û koma Ensarullah peymanek îmze kirin ji bo derxistin û guhertina bi hezaran cenazeyên ji her du aliyên şer.